ÎranNûçeRojhilatanavinSûriye

Parlemanterên Îranê, azadkirina Helebê pîroz kirin

Nûnerên meclisa Şêwra Îslamî ya Îranê, azadkirina Helebê li bakurê Sûriyê li gel û dewleta vî welatî pîroz kirin.

Nûnerên meclisa şêwra Îslamî ya Îranê, roja çarşemê bi daxûyaniyekê ragihandin ev serketian mezin a gelê Sûriyê, hemî plan û stratejiyên  lihevaliyayî yên qawetên serdestîxwaz pûç kirin û cardin heq li hember batilê bi serket û îsbat bû ku xwîn li hember şûrê serketiye .

Li gor vê daxûyaniyê rawestan û cîhada giştalî ya gelê Sûriyê û paqijkirina Helebê ji  lepên DAIŞê û kirêgirtiyên îstikbara cîhanî û hukimdarên navçê, cîhan heyrî kiriye.

Nûnerên meclisa şêwra Îslamî ya Îranê herwiha  li vê daxûyaniyê ser piştgiriya micid û giştalî ya wxe ji mêhwera berxwedanê li hember îstikbara cîhanî û siyonîsma navneteweyî û hukimdarên girêdayî li îstikbarê û kirêgirtiyên wan yanî li vê tevgerên tekfîrî ragihandin û daxawaz serketina mezin a hemî mezlûman, azadîxwazan û mucahid û têkoşerên  cîhana Îslamê li hemberî bereya kufrê, zilm û dîktatoriyê kirin.

Artêşa Sûriyê sêşemiyê şevê, bajarê Helebê li bakurê vî welatî piştî pênc salan tam ji destê terorîstan derxist. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu