EfrîqaNûçeRojhilatanavin

Meymûnek bû sedema pevçûna du eşîran: 16 kuştî, 50 birîndar

Meymûnek li Lîbyayê bû sedema ku du eşîr têkevin qirika hev û ev çend roj in şer di navbera herdû eşîran de berdewam dikin û di encamê de 16 kesan jiyana xwe ji dest da û 50 kes ji birîndar bûne.

Şer û pevçûn li bajarê Sebhayê di navbera herdû eşîran de derketiye ji ber ku meymûnekî dikandarekî ji eşîra Qezazeyê êrîş keçeke dibistanê ji eşîra Ewlad Silêmanî kiriye gava ku di ber dikanê re derbas dibin. Piştî wê, yekî ji eşîra Ewlad Silêmanî meymûn û sê kes ji eşîran din kuştin.

Ev bûyer roja pêncşemê qewimiye û pevçûn di navbera herdû eşîran de gur kiriye. Li gorî agahiyên Ebdurehman Ariş ê ji nexweşxaneya Sebhayê dane APyê, di 4 rojan de 20 kes hatine kuştin û 50 kes jî birîndar bûne. Reutersê jî ragihand ku herî kêm 16 kes hatine kuştin.

Ji aliyê din ve, Encûmena Şaredariya Sebhayê bi daxuyaniyekê bangî herdû aliyan kir ku agirbestê bikin.

Lîwaya 6an a ji ewlekariyê berpirsyar bangî herdû aliyên ku li avahî û daîreyên dewletê bi cih bûne kir ta ku agirbestê bikin. Hikûmeta li Tubriqê ya Lîbyayê xwest ku hevdîtin bi mezin û rîspiyên herdû eşîran re bên kirin ta ku rêhtina xwînê, şerî û pevçûnan rawestînin. Hêjayî gotinê ku berî niha jî herdû eşîran şer kiriye lê ti carî şer evqasî gur û tund nebûbû. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu