FilistînNûçeRojhilatanavin

Meytê 4 şehîdên Filistînê li Bêytlehm, El-Xelîl û Ramullahê hatin oxirkirin

Xelkê Filistînê meytê 4 şehîdên filistînî bi navên Ebû-Hemed Tenûh, Ebdullah El-Deqadeqe, Refet Herbavî û Emar El-Tîvavî oxir kirin.

Li gorî rapora ajansa nûçan a Al-Alam`ê, bi hezaran kes ji xelkê Filistînê li rêûresma oxirkirina şehîd Ebû-Hemed Tenûh ku piştî operasiyona dijî siyonîstan li nêzikiya mala xwe li Bêytlehmê şehîd bû , pişkdarî kirin.

Şehîd Ebdullah Deqadeqe jî piştî operasiyoneke dijî siyonîstan li bajarokê siyonîstî yê Etsîven şehîd bû.

Şêx bin Xelîl jî meha bihurî ji ber gullên eskerên Rejîma Siyonîstî li Bêyt Eênûnê şehîd bû.

Rêûresma oxirkirina şehîd Emar El-Tîvavî jî li gundê Kefer Eyîn li bajarê dagîrbûyî yê Ramullahê birê ket (BANGÊ ÎSLÂMİ).

Başa dön tuşu