EwropaMafên MirovanNûçeRojhilatanavin

Meytê Alanekî din li deryaya Sipî

Li gor rapora ajansa Reutersê, Saziyekî berevanê heq û mafê mirovan duh duşemê dîsa dêmenin ji zarokekî din yê penaberên iraqî belav kir ku li deryaya Sipî da xeniqîbû ku karbidestên ewlehiya Îtaliya nîgeran in, lvê dawiyê muhtemel e ku bi sedan penaber di nav ava deryaya Sipî da xeniqîbin.

Ev ftoya hanê ku saziyeke berevanê heq û mafê mirov belav kiriye, dêmeneke wekî Alan Kurdiyê 3 salî welatiyê Sûriyê ye ku ew jî li beravên Tirkiyê û di nav ava deryaya Sipî da xeniqiye.

Belav bûna vê ftoyê careke din mirov têxe bîra zêde ji 8 hezar kesên ku ji sala 2014 heta niha li deryaya Sipî xeniqîne.

Saziya alîkarî gihandina behrî ya Almanya a ser navê ”C-Watch” ragihand ku wan jî meytê 25 penaberan ku yek ji wan zarok bû li avên deryaya Sipî peyda kirine.

Ajansa penaberên Rêxistina Netewên Yekgirtî jî yekşemiyê ragihand ku herî kêm li hefta bihurî 700 penaber di nav avên behran da xeniqîne . (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu