IraqNûçeRojhilatanavin

Nûnerên Rêxistiya Netewên Yekgirtî li Iraqê got: Têkçûna sereke ya grûpa terorîstî ya DAIŞ`ê li nav Iraqê nîzik e

Li gor rapora telivîzyona Al-Alam`ê, Yan Kûbîş nûnerên Rêxistiya Netewên Yekgirtî li Iraqê bal kişande ser xebata karbidestên iraqî û hêzên hevpeyman yên pişkdarê operasiyona azadkirina Mûsilê ji destê terorîstên DAIŞ`ê û ragihand ku bona têkçûna tam a terorîstên DAIŞ`ê li nav axa Iraqê pêwîst e ku civata navnetewî piştevaniya Bexdayê bike.

Yan Kûbîş bal kişande ser pêbendiya karbidest û hêzên iraqî ser pilanên sereke yên ku bona azadkirina Mûsilê ji destê terorîstên DAIŞ`ê hatine berçav girtin û got: Parêzvaniya ji kesên sivîl û berçavgirtina însaf û edaletê li heqê goriyan tiştekî pêwîst e.

Wî ragihand ku dest berdana ji alîkariyên ji bo hêzên iraqî dewama şaşitiyên li vê barê daye zanîn û hişyarî da ku eger alîkariyên curbicur bo hêzên iraqî ku li şerê tev DAIŞ`ê da ne bêne rawestandin bê şik eva dê derbê li ewlehiya Iraqê û ewlehiya navnetewî xîne.

Selîm Cebûrî serokê meclisa Iraqê jî pêncşemê şev li gotûbêja telefonî tev Stîvên Lînç endamê kongera Amerîka bal kişande ser dewama pêşketina artêş û hêzên gelanî yên Iraqê li şerê dijî DAIŞ`ê li derûdora Mûsilê û ser piştevaniya navnetewî ji Iraqê bitaybet piştî jinavçûna vê grûpa terorîstî pêygîrî kir.

Heyder Ebadî serokwezîrê Iraqê li 24 Çileya sala 2017 bilî ragihandina nûça azadiya tam a aliyê çepê ye Mûsilê ji destê terorîstên DAIŞ`ê ji hêzên ewlehiya hevpare vî welatî ku li şerê dijî terorîstanin xwest ku her çi zûtirkê operasiyona azadkirina aliyê rastê ye Mûsilê jî destpê bikin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu