Meytê dîplomatê iraqî, roja duşemiyê li balyozxaneya vî welatî ya li Moskovayê hat dîtin.
Dadweriya Moskovayê li ser mirina vî dîplomatê ku nav û posta wî nehatiye ragihandin, lêkolînê dike.
Yûliya Îvanova, asîstana payebilind a komîteya lêpirsînê ya dadweriya Moskovayê got, tu birîn û darbe li meytê endamên balyozxaneya Iraqê, tuneye.
Îvanova herwiha got, lêkolînên li ser mirina dîplomatê iraqî didomin û biryar e pizişkiya qanûnî jî li ser hegera mirina vî dîplomatî raporekê ragihîne. (BANGÊ ÎSLÂMİ)