ÎranNûçeRojhilatanavin

Meytê paqij ê Şehîd Hucecî li Têhranê hat oxirkirin

Meytê paqij ê şehîd Muhsin Hucecî ji Berevaênn Heremê sibeha îro çarşemiyê li Têhranê hat lidarxistin.

Li gorî rapora IRNA`yê, meytê paqij ê şehîd Muhsin Hucecî ji meydana Îmam Husêyn (S) heta meydana Şehîdan (Şuheda) a Têhranê li ser milê bi hezaran kes ji gelê paytexta Îranê û bi amadebûna berpirs û rayedarên derecebilind ên welêt hat oxirkirn.

Nûhexwendin, Sînelêxistin, rakirina ala pîroz a Komara îslamî ya Îranê û alên Kesk, Sor û reş ên xemilandî bi navê Binemala Pêxemberê Hêja yê îslamê (S), nîşana iradet û hezkiirna beşdarên rêûrisma oxirkirinê li ramanên nizama îslamî bû.

Hucet ul-îslam wel Muslimîn Elîriza Penahiyan axêverê vê rêûrismê bi gotina vê yekê ku tola xwîna şehîd Hucecî bi jinavçûna DAIŞ`ê nayê hildan, belkê wê bi jinavbirina Rêjîma Siyonîst wê serê xwe bigire, destnîşan kir: “Gelê Îranê tu wextê kujerên sereke yên şehîd Hucecî ku Amerîka û Israîl in, ji bîr nake“.

Hucet ul-îslam wel Muslimîn Elîriza Penahiyan her wiha got: “Gelê şehîdine wekî Hucecî hene, bi ser dikeve“.

Biryar e meytê şehîd Hucecî ji bo definkirinê bo bajarê Necef Abada parêzgeha Îsfehanê (Navenda Îranê) ku cihê jidayîkbûna vî şehîdê pileberz e, were veguhestin.

Rêberê Giranqedr ê Înqilaba Îslamî berbanga îro (Çarşemî) çû mizgefta Îmam Husêyn (S) a Têhranê û hin kêliyan li kêleka meytê paqij ê şehîd Muhsin Hucecî ma û tevî xwendina fatiheyê, ji bo vî Berevanê Herema ehlê Beytê Îsmet û Teharetê (S), hêviya dereceyên herî berz û bilind kir.

Muhsin Hucecî ji Berevanên Heremê roja 9ê Tebaxa 2017an piştî ku li sînorê Iraq û Sûriyê ji aliyê çeteyên koma têrorîst a DAIŞê va hat hîsîrkirin, hat şehîdkirin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu