ÎranNûçeRojhilatanavin

Li Îlamê ji ber bagerê kesek mir û gelek kes jî birîndar bûn

Li herêma Îlam ya Komara Îslâmîya Îranê, ji ber ba û bagerê kesek mir û gelek kes jî birîndar bûn.

Duh li gelek bajar, gund û deverên Îlam ya Komara Îslâmîya Îranê baran û bagerek tund hebû.

Li gorî agahiyan, li bajarê Mêhran li herêma Îlamê bager û baranê jiyan da sekinandin û ziyanek mezin gihand xelkê bajêr.

Li gorî amarên fermî, herî kêm kesek ji ber bagerê mir û 15 kes jî birîndar bûn.

Başa dön tuşu