Meytên 6 şehîdên îranî yên êrişên têrorîstî ku li Hileya Iraqê pêk hatibûn, duh danê êvarê li bajarê Xûzistanê ( li başûra rojavaya Îranê) bi merasimekê hatin rakirin û definkirinê.
Di 24`ê Mijdara sala 2016`an de di encama teqîna tankêreke ardûyê ya bombekirî li pompbênzînekê li devera Şomelîyê ya bajarê Hilê navenda parêzgeha Babilê de, nêzî 100 zîyaretkirên tirba Îmam Husên (S) şehîd û hejmarek jî birîndar bûn.
24 kes ji şehîdên vê teqînê ku koma têrorîst a DAIŞ`ê berpirsîya wê da ustîyê xwe, îranî bûn.
Çend rojan berî niha meytên şehîdên hanê hatibûn naskirinê û bi merema definkirinê ber bi parêzgeha Xûzstanê ve hatibûn veguhestin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)