ÎranNûçeRojhilatanavin

Ayetullah Refsancanî ”Dost û hevrêyê dêrîn ê îmam Xumêynî (RE)” bû

Ayetulah Ekber Haşimîyê Refsencanî serokê civata kifşkirina berjewendîyên nizama Komara Islamî ya Îranê piştî emreke hewldan û têkoşîna di rêya inqilabê da û xizmeta jibo gelê Îranê, di temenê 82 salîyê da ji ber rawestana dil li bajarê Têhranê koça dawîyê kir.

Xebera koça dawîyê ya ayetulah Haşêmîyê Refsencanî di sietên dawîya duh da, netenê gelê Îranê belkî gellekî kesayetî û kesên ku ev kesayetîyê têkoşer nas dikirin, matmayî û xemgîn kirin.

Haşêmîyê Refsencanî ji nav dilê civaka Îranê va rabû û jîyana wî wisa ku xwe xwestibû tevlî têkoşîn, zelalkirina pênaseya pergala serdest û coşa dijî vê nizamê bû.Têgiheştina wî ji jîyanê rih û moraleke inqilabî da hewldanên wî û ev taybetmendîya bû sebeb ku navê wî li rêza pêşengên hereketa inqilaba islamî misoger bibe. Heta astekê ku hezretê ayetulah ozma Xaminêyî rêberê qedigiran ê inqilabê ew wekî palpiştekî bawerpêkirî jibo hemî hevkarên wî nemaze jibo rêberê inqilabê zanî.

Rêberê giranqedir ê inqilabê, ayetulah Haşmîyê Refsencanî mînakekî kêmhempa ji nifşa yekem a têkoşîna dijî zordarîya şahenşahî û yek ji êşkişandîyên vê rêya tijî xeter û şanazîyê binav kir ku bi salan di hepsan da işkenceyên rêjîma şah tamul kirin ta ku ser soz, peyman û bawerîyên xwe bisekine.

Ayetulah Haşmîyê Refsencanî bi salan berî serketina inqilaba islamî tevlî têkoşerên li dijî hikûmeta pehlewî bû heta astekê ku ew “ dost û hevrêyê dêrîn ê îmam Xumêynî (RE)“ binav kirin. Ew ji ber têkoşîna li dijî hikûmeta pehlewî çend caran hat girtinê û ket hepsê lê dest ji armancên xwe nekişand û xîmdarê Komara Islamî ya Îranê tenê nehîşt.

Bi serketina inqilaba islamî ya Îranê, ayetulah Haşmîyê Refsencanî dema ku berpirsîyên giran dema berevanîya pîroz a li hemberî êrişa rêjîma Sedam, serokatîya meclisê û serokkomarî û serokatîya meclisa şarezayên rêvebirîyê girte destê xwe, jêhatîbûna xwe nîşan da. Ayetulah Haşmîyê Refsencanî ji sala 1989`ê heta 1997`ê mideha du dewreyên çarsalî serokomarê Îranê bû. Ew du dewreyan bi dû hev bû serokomarê Îranê û dewra serokatîya wî ser navê “ dewreya avedankirinê“ navdar bû ji ber ku ev dewreya piştî kutabûna şerê Iraq û Îranê destpê bibû û dewleta Haşimîyê Refsencanî sîyaseta jinûveavakirina nijyarên aborîyê û berfirekriina peywendîyên ligel welatên din xistibû destûrkara xwe. Haşimîyê Refsencanî hewl da ku welatên navçê nemaze cehana islamê ber bi yêketîyê va bimeşîne. Wiha bû ku Haşimîyê Refsencanî bû êkolek li dîroka inqilaba islamî ya Îranê.

Niha vî kesayetîyê têkoşer bi karnameyeke tijî hewldan û têkoşînê emrê Xwedê kirîye li halekî ku bîrewerî û hewldanên wî wekî mîraseeke biqîmet û mînakek jibo nifşên bê têrê dike. Rihê wî şa û rehma Xwedê lê be.

Bi serketina inqilaba islamî ya Îranê, ayetulah Haşmîyê Refsencanî dema ku berpirsîyên giran dema berevanîya pîroz a li hemberî êrişa rêjîma Sedam, serokatîya meclisê û serokkomarî û serokatîya meclisa şarezayên rêvebirîyê girte destê xwe, jêhatîbûna xwe nîşan da. Ayetulah Haşmîyê Refsencanî ji sala 1989`ê heta 1997`ê mideha du dewreyên çarsalî serokomarê Îranê bû. Ew du dewreyan bi dû hev bû serokomarê Îranê û dewra serokatîya wî ser navê “ dewreya avedankirinê“ navdar bû ji ber ku ev dewreya piştî kutabûna şerê Iraq û Îranê destpê bibû û dewleta Haşimîyê Refsencanî sîyaseta jinûveavakirina nijyarên aborîyê û berfirekriina peywendîyên ligel welatên din xistibû destûrkara xwe. Haşimîyê Refsencanî hewl da ku welatên navçê nemaze cehana islamê ber bi yêketîyê va bimeşîne. Wiha bû ku Haşimîyê Refsencanî bû êkolek li dîroka inqilaba islamî ya Îranê.

Bi serketina inqilaba islamî ya Îranê, ayetulah Haşmîyê Refsencanî dema ku berpirsîyên giran dema berevanîya pîroz a li hemberî êrişa rêjîma Sedam, serokatîya meclisê û serokkomarî û serokatîya meclisa şarezayên rêvebirîyê girte destê xwe, jêhatîbûna xwe nîşan da. Ayetulah Haşmîyê Refsencanî ji sala 1989`ê heta 1997`ê mideha du dewreyên çarsalî serokomarê Îranê bû. Ew du dewreyan bi dû hev bû serokomarê Îranê û dewra serokatîya wî ser navê “ dewreya avedankirinê“ navdar bû ji ber ku ev dewreya piştî kutabûna şerê Iraq û Îranê destpê bibû û dewleta Haşimîyê Refsencanî sîyaseta jinûveavakirina nijyarên aborîyê û berfirekriina peywendîyên ligel welatên din xistibû destûrkara xwe. Haşimîyê Refsencanî hewl da ku welatên navçê nemaze cehana islamê ber bi yêketîyê va bimeşîne. Wiha bû ku Haşimîyê Refsencanî bû êkolek li dîroka inqilaba islamî ya Îranê. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu