ÎranNûçeRojhilatanavin

Meytên şeş agirkujên din ji bin kavilên Avahiya Plaskoyê hatin derxistin

Berdevkê Saziya Agirvemirandin û Xizmetên Ewlehiyê ya Şaredariya Têhranê qala peydabûna meytên şeş agirkujên din ji bin kaviliyên Avahiya Plaskoyê kir.

Celal Melikî berdevkê Saziya Agirvemirandin û Xizmetên Ewlehiyê ya Şaredariya Têhranê li hevpeyivîna digel nûçegihanan ragihand: Meytên şeş agirkujên din ên rûxîna Avahiya Plaskoyê roja çarşemiyê hatin peydakirin ku gişt nêzikî hev bûn.

Melikî tevî pêgiriya li ser dewama lêgerînan ji bo peydakirna heft agirkujên din di bin kavilên Avahiya Plaskoyê da û got: Bi giştî tevî wî agirkujê ku li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da,  hejmara meytên heyî yên agirkujên ku jiyana xwe ji dest dane, 9 e.

Di encama agirpêketin û hilweşîna Avahiya Plaskoyê heta niha 13 kes ji wan çar welatiyên asayî bûne gorî.

Sibeha pêncşemiya heftiya pêş agir bi Avahiya Plaskoya Têhranê li Kolana Cumhuriya Îslamîyê ket ku piştra ev avahiya hilweşiya û bi giştî hat xwarê û hejmarek ji welatî û hêzên vemirandina êgir jiyana xwe ji dest dan an birîndar bûn. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu