NûçeRojhilatanavinSûriye

Tirkîye û Amerîka dê kontrola Minbicê bigirin destê xwe

Wezîrê karên derve yê Tirkiyê Mewlûd Çavûşoglû ragihand, ku ewlekariya Minbicê wê têkeve destê Tirkiyê de û YPG jî dê wî bajarî derkeve. Berdevka wezareta karên derve ya Amerîkayê Heather Nauertê jî got: “Ti rêktin derbarê Minbicê de ligel Tikriyê pêk nehatîye.

Wezîrê karên derve yê Tirkiyê Mewlûd Çavûşoglû got: Em û Amerîka wê derbarê çareserkirina meseleya Minbicê de lihev bikin û di 4`ê Hizîranê de, li Washingtonê ez ê ligel wezîrê karên derve yê Amerîkayê Mike Pompeo bicivim û di wê hevdîtinê de ji bo çarekirina pirsa Minbicê dibe ku nexşerêyek bê ragihandin ku li gorî wê YPG ji Minbicê vekişe. Em ê çavdêriyê ser vekişîna YPG bikin û ewlekariya Minbicê biparêzin û nabe ku di rêvebirina îdara wî bajarî de, zêdetir ji sedî 2`yê Kurd hebin.

Ji hêla din ve berdevka wezareta karên derve ya Amerîkayê Heather Nauert got: “Derbarê Minbicê de tu rêketinameyeke ligel Tikriyê nehatîye wajokirin, me berî niha ragihandibû ku civîn li ser danîna nexşerêyekê di navbera her du aliyan de, ji bo çarekirina vê pirsê berdewam in.

Nivîskar û rojnamevana tirkîyeyî Amberin Zamanê jî derbarê vê mijarê de nivîsî ku Amerîka hewl dide hevsengiya di têkiliyên ligel Tirkiyê de vegerîne û îdîa kir ku planeke Tirkiyê heye ku li gorî wê YPG`ê li derve bê hiştin û ew û Amerîka herêmên li Sûriyê bi rê ve bibin.

Amberîn Zaman dibêje: Pişkeke wê planê jî ew e ku  herêmên dijîhikûmeta Sûrîyê ava bikin ku ew herêm ji aliyê Tirkiye û Amerîkayê ve werin birêvebirin”.

Başa dön tuşu