IraqNûçeRojhilatanavin

Miftîyê DAIŞê dema behsa Bexdadî kir kelogirî bû

Li gor nûçeya televizyona Iraqî Al Sumarîayê yek ji miftî û serokê waizên DAIŞê Ebu Kuteybe, li xutbeya înê dema behsa Serokê DAIŞê Ebubekir Bexdadî kir rondik barandin.

Di nûçeya ku televizyon dispêre çavkanîyeke ji herêma Nînowayê de, hat gotin ku rondikên Ebu Kuteybe wekî ‘Rondikên piştî mirina Ebubekir Bexdadî’ hatin nirxandin ku mirina wî pişrast dike.

Di xutbeya înê de herwiha li gor îdiayan, berpirse bajarê Tilafer a Iraqê yê DAIŞê Bera el Mavselî eşkere kiriye ku ‘piştî têkçûna mezin a Mûsilê’ wek navenda ‘demkî’ ya DAIŞê ew bajar hatiye diyarkirin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu