EfrîqaErebîstanNûçeRojhilatanavin

Miftiyê Lîbyayê: Tu derek ji cîhanê ji gendeliya siûdiyan ewleh nîne

Miftiyê Lîbyayê bal kişand ser vê yekê ku Tu derek ji cîhanê ji gendeliya siûdiyan ewleh nîne û ji xelkê welatê xwe xwest ku di rewşa niha de bona ku piştgiriyê nedin vê rejîmê, bila ji carkê zêdetir neçin hec û umreyê.

 Li gorî rapora malpera Xelîc Online, El-Sadiq El-Qeryanî li vîdyoyekê ku çalakên siyasî ew îro di twîterê de  weşandin, got: Ez xitabî umrekiran û heciyan dibêjim ku  yên ku carekî çûne hecê an umreyê êdî  ne hêja ye ku  bi hezaran riyalî bixin berîka  hukimdarên  siûdî ji ber ku ev rejîma  xelkê misilman li Yemen û Lîbyayê dikuje û dê vî karî li Sûdan, Cezayir û Tûnisê jî bike.

 El-qeryanî ku li Stembolê rûdinê got: Tu derek ji cîhanê  tine ku têde hikimdarên siûdî li wir gendeliyê nekin.

  Xelîfe Hefter, fermandê hêzên nasiyar bi artêşa Neteweyî ya Lîbyayê ji 4 Nîsanê ve piştî sefera Riyazê û hevdîtina bi rayeadrên  Rejîma Erebistanê êriş kiriye ser Tirablosa paytexta Lîbyayê û hêzên dewleta Wifaqa neteweyî bi serokatiya Fyiz El-Sirac.  Li encama vê êrişê heya niha  zêde ji 270 kes hatine kuştin  û 1300  kes birîndar bûne û 35 hezar kes jî aware bûne. 

Başa dön tuşu