IraqNûçeRojhilatanavin

Miftiyê suneyên Iraqê got : Ger emerîkî bixwezin cardinê vegerin Iraqê, emê li hember wan bi awayekî eskerî bisekinin

Li gorî malpera Sahar TV , Mehdî El-Semîdeyî miftiyê suneyên Iraqê li kêleka şeşem civîna  salane ya  emegdariya li  bara berxwedana Îslamî li Bexdayê li gotûbêja  bi kanala  televîzyonî ya  iraqî ya El-Someriyê bal kişand ser vê yekê ku  ger emerîkî vegerin Iraqê, ew bi xwe yekim kesê xwebexş bo şerê li hember wan e û tekez kir: Li hember her cure nihêrîna  eşîregeriyê û parvekirina  Iraqê jî dê raweste.

El-Semîdeyî ji kesên ku  dibin sedema  derbasbûna  grûpa tereorîstî ya DAIŞê nav Iraqê got : Hin aliyan diraveke zav li girevên parêzgeha Enbarê xerc kirin û encama wê bû sedem DAIŞê bikeve nav Iraqê.

Pêştir  Îbrahîm Ceferî wezîrê karên derve yê Iraqê li gotûbêja  bi rojnama  El-Şerq El-Ewsetê çapa Londonê got : Dewleta Iraqê bicihbûn û  hebûna  navednên  eskerî yên Emerîkayê li axa xwe qebûl nake  û tenê bi  qebûl kiriye ku mişêwirên  eskerî yên  emerîkî  jibo  dayîna  perwerdeya eskerî   bimînin.

Emerîkayê li sala 2011an  hêzên  eskerî  yên xwe ji Iraqê derxist lê li sala 2014an  û piştî pêknaîna  DAIŞê cardinê ew neşandinê Iraqê bi curekê ku  nêzîkî 5 hezar esker ser navê mişêwir li vî welatî heye. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu