Li gorî malpera Sahar TV , Mehdî El-Semîdeyî miftiyê suneyên Iraqê li kêleka şeşem civîna salane ya emegdariya li bara berxwedana Îslamî li Bexdayê li gotûbêja bi kanala televîzyonî ya iraqî ya El-Someriyê bal kişand ser vê yekê ku ger emerîkî vegerin Iraqê, ew bi xwe yekim kesê xwebexş bo şerê li hember wan e û tekez kir: Li hember her cure nihêrîna eşîregeriyê û parvekirina Iraqê jî dê raweste.
El-Semîdeyî ji kesên ku dibin sedema derbasbûna grûpa tereorîstî ya DAIŞê nav Iraqê got : Hin aliyan diraveke zav li girevên parêzgeha Enbarê xerc kirin û encama wê bû sedem DAIŞê bikeve nav Iraqê.
Pêştir Îbrahîm Ceferî wezîrê karên derve yê Iraqê li gotûbêja bi rojnama El-Şerq El-Ewsetê çapa Londonê got : Dewleta Iraqê bicihbûn û hebûna navednên eskerî yên Emerîkayê li axa xwe qebûl nake û tenê bi qebûl kiriye ku mişêwirên eskerî yên emerîkî jibo dayîna perwerdeya eskerî bimînin.
Emerîkayê li sala 2011an hêzên eskerî yên xwe ji Iraqê derxist lê li sala 2014an û piştî pêknaîna DAIŞê cardinê ew neşandinê Iraqê bi curekê ku nêzîkî 5 hezar esker ser navê mişêwir li vî welatî heye. (BANGÊ ÎSLÂMİ)