IraqNûçeRojhilatanavin

Pentagon: Em li azadkirina Mûsilê, pişta Heşdi Şebî nagirin

Berdevkê Pentagonê, li civîneka çapemeniyê di roja çarşemiyê de li bersiva vê pirsê ku gelo artêşa Amerîkayê yê pişta hêzên gelanî yên Iraqê (Heşdî Şebî) bigire yan na? got: Em tu caran vî karî nakin.

Li gorî rapora Ajansa nûçeyan a Anatoliyê, Cêf Dêyvîs, herwiha got: Tevî ku ev hêzane di bin çavdêriya hêzên iraqî yên bin fermandariya dewleta Bexdayê de ne, lê hêzên amerîkî pişta wan nagire.

Berdevkê Pentagonê, herwiha got: Çalakiya hêzên gelanî li kêleka hêzên çekdar ên vî welatî wê pêşiya vê yekê negirin ku hêzên hevalbendiya dijî DAIŞ`ê ya bi serokatiya Amerîkayê, pişta hêzên ewlehiya Iraqê û hêzên Kurd negire.

Hêzên iraqî û hevgirtiyên wan di mideha du heftiya buhurî, karîn bi dehan gund û bajarokên li derdora bajarê Mûsilê ji bin lepên DAIŞ`ê azad bikin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu