ÎranIraqNûçeRojhilatanavin

Îranê teqînên terorîsytî yên li Iraqê şermezar kirin

Berdevkê wezareta karên derve ya Komara Îslamiya Îranê, teqînên terorîstî yên mirinbar li bajarên Samera û Tikrîta Iraqê, şermezar kir.

Li gorî rapoa dayora giştî ya dîplomasî û medyayî ya wezareta karên derve, Behram Qasimî, berdevkê wezareta karên derve ya Îranê, ji bilî sersaxîdayîna bo maiyên qoriyên teqînên terorîstî yên Samêra û Tikrîtê li Iraqê, li ser berpirsyariya civaka cîhanî li hemberî terorîsm, ê nihêrînên dijî mikrovî yên komên tekfîrî sekinî.

Berdevkê wezareta karên derve ya Îranê, herwiha şehadet û birîndarbûna hejmarek ziyaretkerên îranî yên li operasyona terorîstî ya sibeha roja yekşemiyê li Samerayê, jibo gelê Îranê û malbatên wan, êşeke mezin da zanîn û herwiha got: Ev cinayet ji ber têkçûnên bi dûhev ên terorîstan bona pêşdabirina armancên xwe yên li Iraqê ne.

Qasimî destnîşan kir: Komara Îslamiya Îranê, wê heya têkbirina tam û paqijkirina terorîsmê ji Iraqê, li kêleka dewlet û gelê vî welatî raweste.

Mihemed Cewad Danişyar, nûnerê Saziya Hec û Ziyareta Îranê li Iraqê, li gotûbêja bi Ajansa nûçeyan a Xwendekarên Îranê (ISNA), şehîdbûna 10 ziyaretkerên îranî yên li teqînên terorîstî yên li Samerayê, piştrast kir. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu