İslami Davet Kurdi Bange İslami

Mihemed cewad Zerîf: Amerîka tu wext ji bo muzakireya digel Îranê rastbêj nebû

Wezîrê Karên Derve yê Îranê pêgirî kir ku cîhan naxwaze boykotên Amerîkayê yên dijî Îranê cih bîne û got: Roja îro welatên cîhanê hewil didin li hemberî wan boykotana bisekinin.

Mihemed cewad Zerîf Wezîrê Karên Derve yê Îranê îro li koma nûçegîhanan pêgirî kir ku Amerîka na ya pêbawerîyê ye dîyar kir: Çiqas ku idiaya Donald Trump a muzakira digel ne girîng e, idiayên wî têkildarî zexta ser Îranê jî ewqasî ne girîng in.

Zerîf pêgirî kir: Amerîkî tu wexta ji bo muzakireya digel Îranê rastbêj nebûne û pêşnîyara Trump a muzakireya digel Îranê pêngaveke propagandeyî bû.

Wezîrê Karên Derve yê Îranê herwiha got: Yek ji nîşaneyên dijminatîya ZTrump li hember gelê Îranê ew e ku serokomarê Amerîkayê yekem boykota ku careka din ser Îranê de sepand, boykotkirina kirrîna balafiran bû.

Zerîf derbarê muzakira Îranê digel ewropîyan têkildarî Rêketinama Atomî û karên ku divê ewropî bikin de jî got: Ewropî nabe ku tenê vîna sîyasî nîşan bidin belkî divê ew ji bo domandina vê rêketinamê berdêlê bidin.

Exit mobile version