ÎranNûçeRojhilatanavin

Mihemed Cewad Zerîf: Hebûna Sipahê jibo têkoşîna dijî têrorîstan e

Wezîrê karên derve yê Komara Îslamî ya Îranê: Peyama kiryarên dewleta Trump ev e ku pêbawerî b Amerîkayê nayê kirin.

Mihemed Cewad Zerîf, Wezîrê karên derve yê Komara Îslamî ya Îranê di gotûbêja digel Fox Newsê li bara zextên abûrî yên Amerîkayê li ser Îranê got: Biryara Amerîkayê ev e ku her çiqas ku dikare zexta li ser gelê Îranê zêdetir bike, heta di lehiya mezin ku beşeka Îranê da ber xwe, Amerîkayê ji riya rêzikên xwe yên bankî pêşî li hatina alîkariya welatiyên îranî yên li derveyî welêt bo Îranê girt.

Wezîrê karên derve yê Komara Îslamî ya Îranê di dewamê da tevî amajeya bi Bernameya mûşekî ya Îranê got: Biryara 2231ê ya Konseya Ewlehiyê ya NY derbarê Bernameya mûşekî ya Îranê gellek ron û zelal e, Îran divê mûşekên ku dikarin kumikên atomî radikin, çêneke. Mûşeka ku Îranê çêkiriye armanca wê danîna setlaytê li gerdûnê bûye, ev mûşek jibo rakirina çekên atomî nehatiye çêkirin.

Wezîrê karên derve yê Komara Îslamî ya Îranê wek bersiva pirsekê  derbarê îdiaya kuştina nêzkî 600 çekdarên amerîkî li Iraqê jî got: Sipahê Pasdarên Înqilaba Îslamî qet amerrîkî nekuştine.

Zerîf got: Hebûna Sipahê jibo têkoşîna dijî têrorîstan e û vê dawiyê li Iraqê merasîmeke bîranînê jibo 300 kes ji kedkarên Sipahê Pasdaran hat lidarxistin ku li kêleka irqiyan şer kirin û şehîd bûn.

Başa dön tuşu