AborîCîhanÎranNûçeRojhilatanavin

Mihemed Cewad Zerîf: Îran nikare her carê ji destpêkê va bi Amerîkayê re dest bi muzakirê bike

Wezîrê Karên Derve yê Komara Islamî ya Îranê li hevpeyvîna digel belavoka amerîkî ya The New Yorker`ê pêgirî kir ku hîç muzakireyeke ihtimalî ya digel Amerîkayê nikare ji sifrê va destpê bibe belkî divê ew muzakire ser bingeha Rêketinama Atomî be.

Mihemed Cewad Zerîf, Wezîrê Karên Derve yê Îranê, Amerîka peymanşikên bi nav kir û got: Îran nikare her carê ji destpêkê va bi Amerîkayê re dest bi muzakirê bike.

Zerîf pêbendîya li rêketiname û peymanan esasa peywendîyên navnetewî zanî û got ku pêbawerî mercê gotûbêja digel Amerîkayê ye.

Zerîf herwiha bi bîr xist ku “Îran çaverêyê kêmeka berçavgirtina rastîyan ji hêla Amerîkayê va ye.“

Donald Trump serokomarê Amerîkayê vê dawîyê bi forseke xapokîn ragihandîye ku amade ye bi Îranê re ji bo bidestxistina lihevkirineke nû muzakirê bike.

Wezareta Karên Derve ya Îranê jî wekî berteka li hemberî van gotinên Trump ragihand: Pêşnîyara gotûbêja digel Îranê ji alîyê Trump ve di rewşekê de tê raberkirin ku dewleta Amerîkayê bêyî hîç hegerekê û berovajî hemî qanûnên navnetewî ji Rêketinama Atomî ya digel Îranê vekişîya û boykotên zalimane careka din ser gelê Îranê de sepandin.

Başa dön tuşu