ÎranNûçePakîstanRojhilatanavin

Mihemed Cewad Zerîf: Peywendîyîn sîyasî yên Têhran û Islamabadê gellekî baş in

Wezîrê karên derve yê Komara Islamî ya Îranê got: Em bi dû berfirekirin û çêtirkirina peywendîyên bankî, hêsankirina xeracê û ticareta azad a dualî di navbera Îran û Pakistanê da ne.

Li gorî rapora ajansa nûçan a IRNA`yê, Mihemed Cewad Zerîf wezîrê karên derve yê Îranê dema giheşte Islamabadê li koma nûçegihanan li balafirgeha Bînezîr Boto ya vî şarî armancên seredana xwe rave kirin û got: Pakistan cînarê gellekî nêzîkî Komara Islamî ya Îranê ye û Têhranê peywendîyên taybet bi Islamabadê re hene.

Wezîrê karên derve yê Komara Islamî ya Îranê herwiha got: Peywendîyîn sîyasî yên Têhran û Islamabadê gellekî baş in.

Wezîrê karên derve yê Komara Islamî ya Îranê digel desteyeke pilebilind a sîyasî û ticarî şeva buhurî giheşte Islamabad paytexta Pakistanê û ev seredana sêrojî ye. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu