CîhanErebîstanÎranNûçeRojhilatanavin

Mihemed Cewad Zerîf: Piştgiriyên Waşîngtonê ji Erebistanê tenêî bûye sebeba aloziyê li navçeyê

Wezîrê karên derve yê Komara Îslamî ya Îranê roja Sêşemiyê berteka civaka navneteweyî li hemberî kuştina Cemal Xaşiqçî, nivîskar û rojnamevanê rexnekirêî Rêjîma Siûdî, dereng lê tund da zanîn.

Li gorî rapora Mehr Newsê, Wezîrê karên derve yê Komara Îslamî ya Îranê, Mihemed Cewad Zerîf li gotûbêja b nûçegihanê têlêvîziyona NHK ya Japonyayê her wiha Amerîka wek piştgira sereke ya Rêjîma Siûdî da zanîn û got: Piştgiriyên waşîngtonê ji Erebistanê tenêî bûye sebeba aloziyê li navçeyê.

Cemal Xaşiqçî rojnamevanê rexnekirê Rêjîma Siûdî Sêşemiyê 2ê Cotmehê pioştî derbasbûna nav Konsolxaneya Erebstanê li Istenbûla Tirkiyê wenda bû.

Rêjîma Siûdî Îniyê bi şev piştî 18 rojan bêdengiyê û derewzanîna bûyerê serê axir di bin zextên civata cîhanî piştrast kir ku Xaşiqçî li nav konsolxaneya vî welatî hatiye kuştinê.

 

Başa dön tuşu