ÎranNûçeRojhilatanavinSûriye

Mihemed Cewad Zerîf: Têhran piştgirîyê dide rêçareya sîyasî ji bo qeyrana Sûrîyê

Wezîrê Karên Derve yê Îranê, Mihemedcewad Zerîf got: Têhran piştgirîyê dide rêçareya sîyasî ji bo qeyrana Sûrîyê.

Wezîrê Karên Derve yê Îranê, Mihemedcewad Zerîf di hevpeyvîna digel Rojnama Figaro ya Fransayê da bal kişand ser hewildanên ji bo çareserkirina qeyrana Sûrîyê û got: Îran hatîye tawanbarkirinê ku bi pêngavên leşkerî rewşa Sûrîyê aloz kirîye lê di rastîyê da bileksê vê yekê ye û Îran xwazyarê rêçareya sîyasî bi hilbijartinên nû li Sûrîyê ye ku bi saya wan hemî sûrî ji wan penaber bikaribin bi awayekî azad nêrîna xwe bêjin.

Wezîrê Karên Derve yê Îranê herwiha got: Rûsîye şiyasî û ticarî yê bêhempa yê Îranê ye û rewşa Komara Islamî ya Îranê fem dike ji ber ku ew welata jî bûye gorîyê boykotên Amerîkayê.

Zerîf herwiha got: Amerîka hewil dide ji welatên cînarê Îranê bixwaze ku Komara Islamî ya Îranê boykot bikin lê ev karana bi kêr nayên.

Başa dön tuşu