ÎranNûçeRojhilatanavin

Mihemed Cewad Zerîf û sêkrêtêrê giştî yê Koma D-8`ê li Têhranê civîyan

Sêkrêtêrê giştî yê Koma D-8`ê şeva buhurî bi wezîrê karên derve yê Komara Islamî ya Îranê re li Têhranê civîya.

Mihemed Cewad Zerîf wezîrê karên derve yê Îranê li hevdîtina digel Dato’ Ku Jaafar Ku Shaari sêkrêtêrê giştî yê KOma D-8`ê bal kişand ser potansîyelên welatên endamê vê komê û ragihand ku Têhran hez dike hevkarîya digel pişka nedewletî ya welatên endamê vê komê berfire bike û bi wê re di warên zanist û têknolojîyê de danuistandina  ezmûnan bike.

Veguhestina têknolojîyê, hevkarîya di warên lêkolîn û pêşxistinê, dabînkirina bûca projên aborî, hevkarîya di warê berhemanîn  û derfirotina dermanan ji mijarên din ên gotûbêja Zerîf û Dato’ Ku Jaafar Ku Shaari bûn.

Îran, Tirkîye, Pakistan, Bengiladêş, Endonêzî, Malêzî, Misr û Nîcêrîye endamên Koma D-8`ê ne ku vê komê ji sala 1997`ê va karê xwe destpê kirîye.

Pêşxistina zanistî, aborî, ciakî, bihêzkirina cîgeha welatên li halê pêşketinê di aborîya cîhanî de, pêkanîna pirrcûrî û derfetên nû li peywendîyên bazirganîyê, bihêzkirina pişkdarîya li biryardayîna di asta navnetewî de û jordabirina asta jîyana gelên welatên endam, armancên sereke yên Koma D-8`ê ne.

Başa dön tuşu