CîhanÎranNûçeRojhilatanavin

Meşa mezin a dijî zorbêjan sibê 4`ê Mijdarê bi durişma “ rezalet ji me dûr e“ wê li seranserî Îranê bê lidarxistin

Civata Hevdengîya Teblîxata Islamî bi rêzgirtina li roja 13`ê Abanê (4`ê Mijdarê) û bibîranîna şehîdên vê rojê, gelê hertim amade û dijberê zorbêjan ê Îrana isalmî vexwend ku bi pişkdarîya pêkînerê yekitîyê, şoreşgêrane, berfire û hemsaî ya xwe di xwenîşandana dijî zorbêjan a roja 13`ê Abanê de, tevî nîşandayîna hêrs û nefreta xwe ji zorbêjên cîhanî, careka din pêgirîyê li ser helwestên xwe yên isûlî û armancên Imam Xumêynî (RE) û şehîdan bikin.

Sibê yekşem 13`ê Abanê, hevçaxê 4`ê Mijdarê di rojhejmêra Komara Islamî ya Îranê de Roja Netewî ya Têkoşîna Dijî Zorbêjên Cîhanê ye. 39 salan berî niha di rojek wekî vê rojê de, xwendekarên zanîngehên Îranê bi nîşana nerazîbûna li hemberî komployên curbicur ên Amerîkayê dijî Inqilaba Islamî ya Îranê, balyozxana Amerîkayê li Têhranê ku di rastîyê de hêlûna sîxorîyê bû, xistin bin kontrola xwe.

Başa dön tuşu