NûçeRojhilatanavinSûriye

Beşar Esed: Di demek nêz de dor tê Idlibê

Serokê Sûriyê Beşar Esed ragihand piştî ku wan başûrê Sûriyê bi temamî rizgar kir armanca wan dê bajarê Idlibê be.

Serokê Sûriyê Beşar Esed li ser pêşhatên dawîn ên li Sûriyê ji medya rûsî re axivî. Beşar Esed diyar kir ku di demek nêz de ew ê başûrê Sûriyê bi temamî rizgar bikin û got ku piştî başûrê Sûriyê ew ê berê xwe bidin bajarê Idlibê.

Esed li ser derxistina rêxistina Kûmên Spî jî got ku ew terorîst in û li gor vê yekê dê nêzikî endamên wan ên mayî bin.

Esed herwiha got ku ji bo aramiya Rojhilata Navîn hebûna leşkerî ya Rûsyayê pir girîng e. Esed bang li penaberên Sûriyê jî kir ku vegerin welatên xwe.

Başa dön tuşu