İslami Davet Kurdi Bange İslami

Mihemed Cewad Zerîf: Welatên cînar hertim di ewlewiyeta Îranê da ne

Iranian Foreign Minister Mohammad Javad Zarif smiles during a joint press conference with his Belgian counterpart Didier Reynders (unseen) on February 23, 2014 in the Iranian capital Tehran. Reynders began a three-day visit to Tehran amid improved relations between Iran and the West following an interim nuclear deal. AFP PHOTO / ATTA KENARE

Wezîrê karên derve yê Komara Îslamî ya Îranê got: Welatêîn cînar hertim mijara sereke û di ewlewiyeta siyaseta derveyî ya Komara Îslamî ya Îranê da ne.

Mihemed Cewad Zerîf, Wezîrê karên derve yê Komara Îslamî ya Îranê Çarşemiyê bi şev di dawiya sefera xwe ya navçeyî bo Sûriye û Tirkiyê li ser rûpela xwe ya Twîtterê nivîsî ku sefereka serketî ya navçeyî bi dawî aniye.

Wezîrê karên derve yê Komara Îslamî ya Îranê nivîsî: Di sefera bo Şamê tev Bişar Esedê serokomar, serokwezîr û wezîrê karên derve yê Sûriyê û di sefera bo Tikriyê digel Receb Teyib Erdoxanê serokomar, serokê Parlimanê û wezîrê karên derve yê Tirkiyê gotûbêjên girîng pêk hatin.

Mihemed Cewad Zerîf, Wezîrê karên derve yê Komara Îslamî ya Îranê Sêşemiyê bi şev di serê desteyekê da piştî hevdîtina b Bişar Esedê serokomarê Sûriyê, ji Şama paytexta vî welatî berê xwe da Enqere paytexta Tirkiyê.

Wezîrê karên derve yê Komara Îslamî ya Îranê li Enqerê bi gotina vêya ku hemî welat li djî boykotên dijî Îranê yên Amerîkayê ne, got: Divê hemî welat li hemberî kiryarên neqanûnî yên Amerîkayê rawestin û eger wiha nekin, divê li benda destwerdana amerîkiyan di hemî pêwendiyên wan ên abûrî bin.

Exit mobile version