IraqNûçeRojhilatanavin

Mihemed El Hekîm çû Kuweytê

Mihemed El Hekîm, Wezîrê karên derve yê Iraqê duh nîvroj gihîşte Kuweytê û ji aliyê Sebah Xalid Hemed Sebah, alîkarê serokwezîrê  û Wezîrê karên derve yê Kuweytê va hat pêşwazîkirin.

Hekîm dê serokatiya desteya iraqî di Dora heftem a civîna Komîteya Bilind a Hevpar a Kuweyt û Iraqê bigire ustiyê xwe. Ev civîn duh û iro anku Yekşemiyê li Kuweytê tê lidarxistin.

Li gorî rapora ajansa nûçeyan a Kuweytê (KUNA), Hejmareke rayedarên Kuweytê ji wan Xalid Carellah Alîkarê Wezîrê karên derve û Salim Zemanan Balyozê Kuweytê l Iraqê di merasîma pêşwaziya ji Wezîrê karên derve yê Iraqê û desteya pêra hebûn.

Başa dön tuşu