ErebîstanNûçeRojhilatanavin

Mihemed El Meiserî: Mihemed Bin Selman pêgirî dikir ku serê Xaşiqçî jêkin

Mihemed El Meiserî dijberê Rêjîma Siûdî û zanayê Fîzîkê tevî amajeya bi vê yekê ku Mihemed Bin Selman pêgiriyeka zêde li ser tolhildana ji Cemal Xaşiqçî dikir, destnîşan kir: Donald Trumpê serokomarê Amerîkayê bi veşartina agahiyan hevparê vê kuştinê ye.

Li gorî rapora roja Sêşemiyê ya IRNAyê, Mihemed El Meiserî li gotûbêja bi kanala têlêvîziyoniya El Meyadînê zarê çavkaniyên nêzikî binemala Sişûdiyê got: Welîehdê Erebistanê, Mihemed Bin Selman pêgirî dikir ku serê Xaşiqçî jêkin û bişînin Riyazê da ew ji vê tolhildanê hez bike.

El Meiserî got ku agahiyên gihîştî bo ofîsa Trump ji sdala 2017an va nîşan dide ku komploya kuştna Xaşiqçî b hevkariya rayedarên Amerîkayê va bûye, ji ber ku Tirkiyê versiyonek ji fayla bûyerên nav konsolxaneya Erebistanê li Istenbûlê derbarê hûrgilliyên kuştina Cemal Xaşiqçî bo wî şandiye.

Vî dijberê Siûdî her wiha destnîşan kir: Bin Selman dê nema aram û aştiyane wêda here belkî hitmala qewimîna pevçûna çekdarî li nav binemala desthilatdar a siûdî heye.

Cemal Xaşiqçî rojnamevanê rexnekirê siûdî roja 2ê Cotmehê piştî derbasbûna nav konsplxaneya Erebistanê li Istenbûlê wenda bû û Erebistana siûdî 18 rojan piştî wendabûna Cemal Xaşiqçî ragihand ku ew li nav konsolxaneya Erebistanê li Istenbûlê hatiye kuştin.

Başa dön tuşu