ÎranNûçeRojhilatanavinYemen

Mihemed Elî Ceiferî: Amerîka li Sûrîyê li hemberî Bereya Berxwedanê tûşî işkestê bû

Fermandeyê Sipaha Pasdarên Inqilaba Islamî ya Îranê got: Amerîka li Sûrîyê li hemberî Bereya Berxwedanê tûşî işkestê bû.

Fermandeyê Sipaha Pasdarên Inqilaba Islamî ya Îranê, General Mihemed Elî Ceiferî îro li Têhranê pêgirî kir:  Amerîka li Sûrîyê li hemberî Bereya Berxwedanê pêrgî işkestê bû û amerîkî xwe derheq vê işkestê mukur tên.

General Mihemedelî Ceiferî bal kişand ser işkesta sîyasî ya Aêmerîkayê li Iraqê jî û got: Heke berxwedana gelanî li Bereya Berxwedanê û sûdwergirtina gelên herêmê ji  dersên Inqilaba Islamî nebana, bê guman roja îro kivş nebû ka çi hatibû serê şîe û sunneyên Iraqê û têkoşîna wan.

Fermandeyê Sipaha Pasdarên Inqilaba Islamî ya Îranê, General Mihemedelî Ceiferî bi gotina vê yekê ku işkesta sîyasî û leşkerî ya dijminan li Yemenê jî teqil û vebirr e, bi bîr xist: Amerîkayê ji bo girtina pêşîya riswatîya zêdetir li Yemenê, Erebistan berda meydanê lê her kes dizane ku Amerîka xwe mêhwera sereke ya şerê Yemenê bûye û van rojana bi dû xilaskirina xwe û Seûdîyên xayîn e.

General Mihemedelî Ceiferî herwiha bal kişand ser demajoya işkestên bi dû hev ên Amerîkayê li hemberî Îranê û got: Plan û komployên Amerîkayê derbarê boykotên aborî û sepandina boykotan ser Îranê da, bi alîkarîya Xwedê û bi domandina berxwedana agahane ya gel dê werin pûçkirinê.

Başa dön tuşu