Serokê Komîteya Bilind a Serhildana Yemenê ji Erebistanê xwest ku rawestandina şer û pevçûnan li hemî navçeyên Yemenê qebûl bike.
Li gorî rapora Al-Alamê, Serokê Komîteya Bilind a Serhildana Yemenê, Mihemed Elî El Husî destnîşan kir ku di mehên heram da şerrkirin heram e; Meger ku şerr ji bo têkbirina Destdirêjiyê be.
Wî ji Erebistanê xwest ku agirbesekê bipejirîne ku têda dorpêçkirina Yemenê bi dawî tê û îzna çûyîna heciyên yemenî bo Hecê bê dayîn.
Wî berpirsiyariya qedexetiya çûyîna heciyên yemenî bo Erebistanê û berpirsiyariya dorpêçkirna Yemenê û dûhatên wê avête ustiyê Erebistanê û qala birçîtî û berbelavbûna hin Nexweşiyên Dirm wek beşek ji dûhatên dorpêçkirina Yemenê kir. (BANGÊ ÎSLÂMİ)