NûçeRojhilatanavinYemen

Mihemed Elî El Husî: Hêza hewayî ya Yemenêî bi zûtrikê şerê dijî destdirêjkerên siûdî-amerîkî dest pê dike

Serokê Komîteya Bilind a Serhildana Yemenê şemiyê bi şev li twitterê nivîsî: Hêza hewayî ya Yemenêî bi zûtrikê şerê dijî destdirêjkerên siûdî-amerîkî dest pê dike.

Li gorî rapora IRNAyê, Serokê Komîteya Bilind a Serhildana Yemenê, Mihemed Elî El Husî got ku hêza hewayî ya Yemenê dê qada esamnî ya vî welatî biparêzse.

Ev di rewşekê da ye ku firokexaneya navneteweyî ya Ebu Zebiya Imaratê, roja Pêncşemiyê kete ber êrîşa firokeyên bêfirokevan.

Hêza hewayî ya yemenê bi firokeya bêfirokevan a Semad 3 firokexaneya navneteweyî ya Ebu zebiyê da ber êrîşê.

Ebdullah Hesen El Cefrî, Berdevkê hêza hewayî ya artêşa Yemenê Pêncşemiyê bi şev derbarê êrîşa firokeyên bêfirokevan ên artêşa Yemenê li ser firokexaneya navneteweyî ya Ebu zebiyê got: Firokeya bêfirokevan a Semad 3 bi çûyîna 1500 Kîlomitrî bêyî ku radarên Imaratê biakrin wê bişopînin, derbasî esmanê Ebu Zebiyê bû û operasiyona xwe serketî pêk anî.

Şeref Luqman berdevkê artêşa Yemenê pêştri gotibû ku tevahiya navçeyên Erebistan û Imaratê li ber mûşek û firokeyên bêpîlot ên Yemenê ne.

Hêza berevaniyê ya artêşê û komîteyên gelanî yên Yemenê tevî dorpêçkirina giştalî ya vî welatî ji aliyê Rêjîma Siûdî va li halê zêdebûnê ye.

Başa dön tuşu