LubnanNûçeRojhilatanavinSûriye

Mihemed Elî Hekîm: Xistina Golanê ser Israyîlê berovajî qanûnên navnetewî ye

Wezîrê Karên Derve yê Iraqê tevî neyarîya himberî biryara Amerîkayê ya bifermînaskirina serwerîya Israyîlê li Golana dagirbûyî, got ku ev kara berovajî qanûnên navnetewî ye.

Wezîrê Karên Derve yê Iraqê Mihemed Elî Hekîm di civîna çaralî li Emman paytexta Urdinê de pêgirî ser neyarîya welatê xwe himberî biryara Amerîkayê ya derbarê Golana dagirbûyî de kir û got: Golan beşeke axa Sûrîyê û biryarên navnetewî divê wisa bin ku serwerîya Sûrîyê li Golanê bi awayekî fermî were naskirinê.

Wezîrê Karên Derve yê Iraqê amajeyî hevkarîya Iraq, Sûrîye, Urdin, Îran, Ûrsêt û Tirkîyê di warê ewlehîyê de kir û pêgirî kir ku divê her kes jibo jinavbirina têrorîsmê hewil bide.

Wezîrê Karên Derve yê Iraqê roja Şemîyê bi merema pişkdarîya di civîna çaralî ya Wezîrên karên Derve yên Qibris, Yûnan, Urdin û Iraqê de bi armanca hilkolandina rêbazên nû bona sermayeguzarîya ticarî û geştyarîyê çû Emman paytexta Urdinê.

Başa dön tuşu