LubnanNûçeRojhilatanavin

Seyid Hesen Nesrullah: Em pişta gelê Filistînê li hemberî plana Danûstandina Sedsalê digirin

Sêkrêtêrê gişt Hizbullaha Libnanê li ser piştgiirya ji gelê Filistînê li hemberî plana amerîkî ya nasyar bi Danûstandina Sedsalê pêgirî kir.

Li gorî plana amerîkî ya Danûstandina Sedsalê, Qudsa Şerîf radestî Rêjîma Siyonîst tê kirin; Awareyên filistînî li welatên din dê mafê vegeriyanê tunebin û Filistîn dê tenê xwediyê erdên mayî li Kêleka Rojava ya Çemê Urdinê û Zîvala Xezeyê be.

Seyid Hesen Nesrullah, Sêkrêtêrê gişt Hizbullaha Libnanê li axaftinekê ku bi awayê vîdyo- konferas ji bo bi sedan şîndarên Îmam Hisên (S) li derdora başûrê Bêyrûtê dihat weşandin, got: Israîlî dizanin ku Bereya Berxwdanê bihêztir bûye û welat û gelên nû  tevlî bereya têkoşîna dijî siyonîstan bûne.

Sêkrêtêrê gişt Hizbullaha Libnanê tevî amajeya ser cinayetên Rêjîma Alê Siûd li Yemenê û bindestiya gelê vî welatî, ji hemî welatên ereb û misilman xwest ku li hemberî destdirêjiya Erebistana Siûdiyê ser gelê Yemenê bêdeng nemînin.

Wî her wiha hevgirtina xwe digel dewlet û gelê Îranê ragihand û got: Îran tê boykotkirin û dorpêçkirin, ji ber ku sozdarê Îslamê ye û naxwaze bejna xwe li hemberî Amerîkayê bitewîne da ku çavkanî û heyitiyên wê bê talankirin. .

Nesrullah di dewamê da got: Îran hertim li kêleka gelên bindest ên cîhanê, gelê Libnanê, Komên Berxwedanê her wiha li kêleka gelê Filistînê bûye û yekem welat bû ku dema têrorîstên DAIŞ`ê Iraq dagir kirin, gihîşt hawara iraqiyan û ji destpêka qeyrana Sûriyê va li kêleka vî welatî rawestiya û şerê dijî têrorîsmê kir.

Sêkrêtêrê gişt Hizbullaha Libnanê got: Israîl ji ketina nav her cûre şerekî li navçeyê bi taybet şerê dijî Libnanê ditirse; Ji ber ku xalên lawaziyê yên dijminê siyonîst zêde bûne û ev rêjîma dizane ku her cûre şerek dê dûhatên bixeter jê ra bîne.

Başa dön tuşu