Piştî ku şeva derbasbûyî parlementoyê bawerî da, Mihemed Elî Hekîm weke Wezîrê Derve yê nû yê Iraqê dest bi kar kir.
Berdevkê Wezareta Derve ya Iraqê Ehmed Mehcûb bi daxuyaniyekê ragihand, ku îro pêncşemê Wezîrê Derve yê Iraqê Mihemed Elî Hekîm, li Wezareta Derve ya Iraqê dest bi kar kir.
Mihemed Elî Hekîm di sala 1952an de li Necefê jidayîk bûye. Bawernameya wî ya doktorayê heye. Di salên 2005-2006an de Wezîrê Peywendiyan û Wezîrê Darayî yê bi wekalet bû. Di salên 2006-2010ê de li Wezareta Derve rêveberê hejmarek fermangehan bû. Di salên 2010-2013an de li Neteweyên Yekbûyî nûnerê daîmî yê Iraqê bûye.