NûçeRojhilatanavinYemen

Mihemed Hûsî: Amerîka berbenda ser rêya rawestandina şêrr li Yemenê ye

Serokê Komîteya Bilind a Şoreşa Yemenê ragihand ku Amerîka astenga sereke ser rêya rawestandina zorbêjî û dorpêçkirina Yemenê ye.

Mihemed Elî Hûsî Serokê Komîteya Bilind a Şoreşa Yemenê pêgirî kir ku êrişa zorbêjane ya hevalbendîya seûdî ser Yemenê di hemî astan de didome û dîyar kir: Domandina muzakireyên aştîyê di rewşa nika de nepêkan e. 

Hûsî bi gotina vê yekê ku hevalbendîya seûdî hîç pêngaveke erênî jibo rawestandina êrişên zorbêjane hilnedaye, pêgirî kir ku Yemen heta dema ku êriş û dorpêça dijî wî welatî bidomin, hazir nabe bi hîç welatekî re muzakirê bike.

Mihemed Elî Hûsî Serokê Komîteya Bilind a Şoreşa Yemenê herwiha daxûyanîya vê dawîyê ya Serokên Civata Hevkarîya Kendava Farsê ku li Erebistanê dijî Yemenê hat dayînê, dijminane wesif kir û got ku ew daxûyanîya belgeya serdestî û hikimajotina Erebistanê li wê civatê ye.

Başa dön tuşu