CîhanEwropaNûçeRojhilatanavin

Mesrefa kirîna çekan li cîhanê zêde dibe

Enstîtuya Lêkolînên Aşityê ya Stockholm (SIPRI) derbarê pereyên ku ji bo kirîna çekan de hatine xerckirin de raporek weşand.

Di raporê de tê gotin ku piştî sala 2011an û vir ve cara pêşî ye ku kirîna çekan zêde dibe û di sala 2016an de welatên li seranserê cîhanê  tirîlyon û 686 milyar dolar pere bi kirina çekan veqetandine.

Ev rêje ji ya sala 2015an ji sedî 0.4an zêdetir e.  Tê gotin ku bi taybetî jî DYA, Çîn û Rûsya yên ku di warê leşkerî ve gelekî bi hêz in, mesrefên xwe yên di warê çekan de zêde kirine.

Ji aliyê din ve jî tê diyarkirin ku hin welat mînak Erebistana Siûdî ji ber kêmbûna buhayê petrolê û sedemên ekonomîk mesrefên xwe yên leşkerî kêm kirine.

Pisporê siyasî Marius Bales di axaftina xwe ya li Navenda Bêçekbûba Navnetewî (BICC) de got: “Dema ku em 10 sal berê û niha didin ber hevdu, em dibînin ku ti girîngiya dîplomasî û saziyên navnetewî nemane. Ji bedêla wan hin welat girîngî û giraniyê didin ser çek û ewlehiyê.” (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu