ÎranNûçePakîstanRojhilatanavin

Mihemed Pakpûr: Îran û Pakîstan dijî têrorîstan opersiyona hevpar çêdike

Fermandarê Hêza Zemînî ya Sipahê Pasdarên Înqilaba Îslamî ya Îranê tevî amajeya bi revandina hejamreka hêzên îranî li nuxteya sifir a sînorî ya Mîrcaweyê li başûrê rojhilata Îranê, got: Îran ji bo pêkanîna her cûrte operasiyona hevpar bi artêşa Pakistanê ra li dijî şerxwazan û azadkirina kesên dîlgirtî amade ye.

Êvara Duşemiyê hejamreka besîciyên xwecihî û hêzên henga sînorî ku li pasgeha çavdêriyê li nuxteya sifir a sînorî ya Mîrcaweyê li başûrê rojhilata Îrqanê bi cih bûn, ji aliyê Komên Dijî Înqilabê hatin revandin.

Fermandarê Hêza Zemînî ya Sipahê Pasdarên Înqilaba Îslamî ya Îranê, Serdar sertîp Mihemed Pakpûr roj Sêşemiyê li gotûbêja bi IRIB Newsê ra bi gotina vê yekê ku têrorîst li nav axa Pakistanê ne, her wiha got: Di têkilliya digel artêşa Pakistanê ji an hat xwestin ku derbarê raberkirina şerxwazan û saxlemiya kesên revandî garantiyê bidin û artêşa Pakistanê jî divê li vî warî da berpirsiyar be.

Sertîp Pakpûr her wiha got: Têrorîstan di heyama şeş mehên bihurî da bi caran ji nav axa Pakistanê êrîşî ser qereqolên sînorî yên Îranê kirine.

Başa dön tuşu