ÎranNûçeRojhilatanavin

Mihemedcewad Larîcanî: NY bûye qada şanoyekê ku kargêrên lîstina wê Amerîka û hevalbendên wî ne

Mihemdecewad Larcani şeva buhurî li bernameyeke televîzyona 2 ya Îranê bi gotina vîya ku bi hezaran zarokên yemenî heta niha bi destê kirêgirtîyên siûdî hatine kuştinê, bibîr xist: Dezgehên NY, kuştina wan zarokan tenê ji ber şerê navxweyî li Yemenê dizanin.

Larîcanî herwiha bi gotina vîya ku mafê mirovan bêyî berçavgirtina dêmokirasîyê nepêkan e, dîyar kir: Komara Islamî ya Îranê dergûşa dêmokirasîyê li herêmê ye lê, di vî halî da civatên mafên mirovan din serdestîya Amerîkayê da, hertim vê dêmokirasîyê dixin ber pirsan.

Mihemedcewad Larîcanî bi pêkutîya ser vê yekê ku kifşkirina raportêrekî taybet ê mafên mirovan jibo Îranê narewa û berovajî rêziknama Konseya Mafên Mirovan e û bibîr xist: Neyarîya Îranê li hemberî raporterê taybet, neyarîya li hemberî şexsekî nîne.

Sêkrêtêrê navenda mafên mirovan a dezgeha dadweîrya Îranê bi rexnegirtina ji helwestên vê dawîyê yên raporterê taybet ê mafên mirovan li dijî Îranê got: Wî li raporên xwe Munafiqîn, endamên koma têrorîst a Rîgî û çalakên fitneya sala 1388`an li Îranê berevanên mafên mirovan dane nasandinê. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu