NûçeRojhilatanavinYemen

Mihemedelî Hûsî: Rêkevtinama Rîyazê ne ya yemenîyan e

Serokê Komîteya Bilind a Şoreşa Yemenê wek berteka himberî wajokirina rêkevtinama aştîyê ya di navbera dewleta wêdeçûyî ya Yemenê û Civata Veguhestina Desthilatê ya Başûra Yemenê de ku li Rîyazê hat wajokirinê, dîyar kir ku ew rêkevtinama ne ya yemenîyan e.

Serokê Komîteya Bilind a Şoreşa Yemenê Mihemedelî Hûsî herwiha got: Rêkevtinama Rîyazê têkilîya xwe bi yemenîyan re tineye çinku, her du alîyên wê kirêgirtîyên hevalbendîya zirbêj a seûdî ne.

Mihemedelî Hûsî herwiha got: Hevalbendîya zorbêj a seûdî wajokirina wê rêkevtinamê ser wan kesan da sepand ku hîç vînek tinebûn.

Duh Sêşemê bi navbeynkarîya seûdîyan li Rîyazê, rêektinameyek di navbera hêzên wefadarê serokomarê wêdeçûyî yê Yemenê Mensûr Hadî (ser bi Erebistanê) û Civata Veguhestina Desthilatê ya Başûra Yemenê (ser bi Imaratê) hat wajokirinê.

Pevçûnên di navbera hêzên Civata Veguhestina Desthilatê ya Başûra Yemenê û hêzên Mensûr Hadî ji 2 mehan berî niha ve li parêzgeha Edenê û hin parêzgehên başûra Yemenê destpê bûn. 

Başa dön tuşu