ÎranNûçeRojhilatanavin

Mihemmed Elî Cêferî: 5 kes ji sînorparêzên îranî hatin azadkirin

Fermandê Sipahê Pasdarên Inqilaba Îslamî bal kişand ser çarenivîsa hêsîrên îranî yên di destê koma terrorist a Ceyş ul Islamê di destê dewleta Pakistanê de ne.

15 Cotmeha îsal, 12 sînorvanên îranî ku ser sînorê navça Mîrcawê, li başûrê rojhilata  Îranê bi cih bibûn ji aliyê komên terorîstî û  komên li dijî inqilabê hatin rewandin û hatine guhestin nav axa Pakistanê.

Li gorî rapora IRNA`yê, general Elî Ceferî li civîna rojnamevaniyê ku vê sibê di dawîn  roja kongira sê hezar şehîdên  parzêgeha  Qezvînê de hat lidarxistin got: Azadkirina  hemî sînorvanên îranî yên hatine revandinê hewcedarê demê ye û nabe dilgiran bin.

Fermandê Sipahê Pasdarên Inqilaba Îslamî bal kişand  ser gef û liv û tevegrên  Erebistana siûdî li dijî Îranê û got: Piraniya bertekên me li hember kiryar û gefên  welatên  navçê  ku li dijî Îranê rabûne, dê ne medyayî, nepenî û helbet  biêş be.

General Ceferî destnîşan kir: Dijmin  ji sercem kiryarên Inqilaba Îslamî û sipahê li navçê pir nerhet in û ji xwe  tevger, rawestan, piştgiriyên  misteşarî yên Îranê li Sûriyê, Iraq û Yemenê ew pir hêrs kirine.

Başa dön tuşu