Fermandê Sipahê Pasdarên Inqilaba Îslamî bal kişand ser çarenivîsa hêsîrên îranî yên di destê koma terrorist a Ceyş ul Islamê di destê dewleta Pakistanê de ne.
15 Cotmeha îsal, 12 sînorvanên îranî ku ser sînorê navça Mîrcawê, li başûrê rojhilata Îranê bi cih bibûn ji aliyê komên terorîstî û komên li dijî inqilabê hatin rewandin û hatine guhestin nav axa Pakistanê.
Li gorî rapora IRNA`yê, general Elî Ceferî li civîna rojnamevaniyê ku vê sibê di dawîn roja kongira sê hezar şehîdên parzêgeha Qezvînê de hat lidarxistin got: Azadkirina hemî sînorvanên îranî yên hatine revandinê hewcedarê demê ye û nabe dilgiran bin.
Fermandê Sipahê Pasdarên Inqilaba Îslamî bal kişand ser gef û liv û tevegrên Erebistana siûdî li dijî Îranê û got: Piraniya bertekên me li hember kiryar û gefên welatên navçê ku li dijî Îranê rabûne, dê ne medyayî, nepenî û helbet biêş be.
General Ceferî destnîşan kir: Dijmin ji sercem kiryarên Inqilaba Îslamî û sipahê li navçê pir nerhet in û ji xwe tevger, rawestan, piştgiriyên misteşarî yên Îranê li Sûriyê, Iraq û Yemenê ew pir hêrs kirine.