CîhanEwropaNûçe

DYA piştî 70 salan leşkerên xwe bi tevahî ji Seûlê vekişand

DYA ku li Koreya Başûr baregehek nû ya leşkerî ava kir, piştî 70 salan leşkerên xwe bi tevahî ji Seûlê vekişand. Baregeha nû ku li Pyeongtaekê hat ava kirin di nav baregehên DYAyê yên derve ya herî mezin e.

DYA leşkerên xwe yên li Koreya Başûr li baregeha nû Camp Humphreysê bi cih dike ku 70 km dûrî Seûlê ye. Veguhastina baregeha nû piştî hevdîtina Trump û Kim Jong hat ku li herêmê gengeşî jî kêm bû ye. Lê beriya niha jî veguhastina baregehê dihat plankirin.

Heta niha piraniya leşkerên amerîkî veguhastibûn baregaha nû, leşkrên li baregehên kevn man jî di hundirê salekê de dê bi tevahî li Camp Humphreysê bi cih bibin.

Her wiha leşkerên DYAyê piştî şerê 2em yê cîhanê li navenda Seûlê Yongsanê bi cih bibûn.

Başa dön tuşu