NûçePakîstanRojhilatanavin

Milîtanên Talîbanê li bajarê Gazne yê Afganistanê êrişî qereqola polîsan kir: 8 miri

Li gor zanyariyên berdest, milîtanên rêxistina Talîbanê li navçeya Deh Yak a bajarê Gazneya Afganistanê êrişî qereqola polîsan kirin. Di encama êrişê de 8 polîs hatin kuştin.

Berdevke Walîtiya Gazneyê Aref Nûrî di daxuyaniya xwe de ragihand ku milîtanên Talîbanê li navçeya Deh Yakê êrişî qereqola polîsan kir û di encama êrişê de 8 polîsan jiyana xwe ji dest da.

Aref Nûrî di berdewamiya axaftina xwe de ragihand ku piştî êrişê di şer û pevçûnê de gelek milîtan hatin kuştin, lê Nûrî hejmara milîtanên kuştî eşkere nekir.

Ji aliyê din ve rêxistina Talîbanê jî di daxuyaniya xwe de ragihand ku di êrişê de 9 polîs hatine kuştin û polîsek jî dîl hatiye girtin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu