ÎranIraqNûçeRojhilatanavin

Mîlyonek û 200 hezar ziyaretkerên Erbeînê ji sînorên Îranê derbas bûn

Berdevkê Erkantiya Navendî ya Erbeînê, ji derbasbûna mîlyonek û 200 hezar ziyaretkerên Erbeînê ji sînorên Îranê agahî daye.

Li gorî rapora Fars`ê, Hemîdriza Gûderzî, bal kişand ser vê yekê ku heya niha mîlyonek û 200 hezar ziyaretkerên Erbeînê ji sînorên Îranê derbas bûne û got: Ji sînorê Mêhranê sedî 40, ji sînorê Şelemçê ji sedî 29, sînorê Çezabê ji sedî 20 û herwiha sînorê hewayî ji sedî 5`ê ziyaretkerên Erbeînê derbas bûne.

Wî bal kişand ser vê yekê ku hin tiwdîrên taybet ji aliyê Erkantiya Navendî ya Erbeînê jibo derxistina ziyaretkerên Erbeînê, hatine girtin û herwiha got: Derbasgehên derketinê yên bajarê Îlamê, çar qatan zêde bûne lê binavahiyên Iraqê li wê aliyê sînor, têra ewqas ziyaretkeran nake lewma bi hevahengiyên ku wezareta karên hundur  û wezareta karên derve ya Îranê bi aliyê iraqî re pêk anîne, niha iraqî pirsgirêkan çareser dikin.

Berdevkê Erkantiya Navendî ya Erbeînê herwiha got ku jibo bi cihkirin û mêvandariya ji 750 hezar ziyaretkerên îranî li Iraqê, tiwdîrên pêwîst hatine girtin.

Berdevkê Erkantiya Navendî ya Erbeînê got: 4 hêlîkopter ên Hîva Sor, li sînorên Îranê bi cih bûne ta ku eger pêwîst bû, bifirin û pirsgirêkên dermankirin û tendurustiyê yên ziyaretkeran çareser bikin.

Gûderzî li ser texmîna wî ya ji beşdariya ziyaretkerên îsal ên Erbeînê got: Sala par zêde ji mîlyonek û 700 hezar îranî li rêûrisma Erbeînê beşdar bûn û muhtemel e ku ew asta wê sedî 30`an zêde bibe û bigihîje du mîlyon heya 2.5 mîlyon kesî. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu