NûçeRojhilatanavinSûriye

Miqdad: Sûriye û Iraq li hemberî terorîzmekî hevpar disekinin

Alîkarê wezîrê karên derve yê Sûriyê got: Ew terorîstên ku xelkê Iraqê li hemberî wan rawestan, wan terorîstan xelkê Sûriyê jî kirine hedef.

Li gor rapora îro duşemê ya El-Exbariye; Fêysel Miqdad alîkarê wezîrê karên derve yê Sûriyê li hevdîtina tev Nezar Xêyrullah alîkarê siyasî yê wezareta karên derve yê Iraqê û taxima hevrê li Şamê destnîşan kir: Xebata gelê Sûriyê li hemberî terorîstan wekî xebata gelê Sûriyê ye ji ber ku terorîstên nav axa her du welatan wekî hevin.

Alîkarê wezîrê karên derve yê Sûriyê bal kişande ser siyaseta hevpare Bexda û Şamê dijî terorîstan û ragihand: Bona dewama van hevkariyan pêwîste ku hevahengî û hevkariya navbera du welatan pirtir bibe.

Nezar Xêyrullah jî li vê hevdîtinê bal kişande ser peywendiya dîrokî û kevne di navbera Sûriyê û Iraqê û got: Bona sekinîna li hemberî van cure kirîzên ku li nav her du welatan da hene pêwîste peywendiyên navbera du welatan pirtir û berfirehtir bibe.

Alîkarê siyasî yê wezareta karên derve yê Iraqê ji bo hevahengî û hevkariya ji bo berfirehkirina peywendiyên navbera Şam û Bexdayê seredana Sûriyê kiriye.

Başa dön tuşu