IraqNûçeRojhilatanavin

Serokê Parlimana Herêma Kurdistana Iraqê: “Bila Mesûd Barzanî dest ji kar bikişîne”

Serokê Parlimana Herêma Kurdistana Iraqê, Yûsif Mihemed destnîşan kir ku dê destkişandina ji posta xwe ji aliyê serokê Herêma Kurdistana Iraqê, Mesûd Barzanî, xizmeteka mezin bo gelê vê herêmê be.

Tevger, partî û kesayetiyên kurd ên Iraqê di rojên dawî da bi caran ji serokê Herêma Kurdistana Iraqê, Mesûd Barzanî, ji ber lidarxistina Giştpirsîna neqanûnî ya Cudabûnê rexne kirine. Raya giştî li Herêma Kurdistana Iraqê jî gellek dilgiranê dûhatên lidarxistina Giştpirsîna Cudabûnê ne.

Giştpirsîna Cudabûnê li Herêma Kurdistana Iraqê tevî hebûna dijayetiya cîhanî û berteka tund a dewleta Iraqê roja Duşemiyê li ser israr û pêgiriya serokê vê herêmê, Mesûd Barzanî, hat lidarxistin. Ev karê Mesûd Barzanî binpêkirina qanûna bingehîn a Iraqê bû. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu