EfrîqaNûçeRojhilatanavin

Serokê Dewletê got, lêxin: 3700 kes hatin kuştin

Serokê Dewleta Filipînê Rodrigo Duterte çawa hat ser desthilatê, li ser navê têkoşîna li dijî madeyên hişber, şerekî giran li dijî mirovên wî karî dikin da destpêkirin û di sê mehan 3700 kes hatin kuştin.

Hikûmeta Filipînê bîlançoya giran a şerê Serokê Dewleta Filipînê Rodrigo Duterte li dijî bazirganên û bikarhênerên madeyên hişber ragihand. Hikûmetê diyar kir ku ew di têkoşîna sê mehan de serkeftî bûn û piştî fermana Duterte dabû polîsan ku lêxin, heta niha 3700 kes hatine kuştin.

Ji aliyê din ve, rexne li polîtîkaya serokê Filipînê tên girtin û tê gotin ku bi qanûnên welatî re û mafên mirovan re nakok in. Herwiha birêveberiya Duterte tê şibandin bi ya Hitlerî û Berdevkê Serokatiya Dewletê Ernesto Abella ragihand ku qonaxa yekem a têkoşîna li dijî madeyên hişber serkeftî bû. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu