NûçeRojhilatanavinSûriye

Mirina hevdengkirê komên terorîstî li Sûriyê

Ramî El-Dalatî,hevdengkirê komên terorîstî li Sûriyê û ji kesên nêzîk bi Muhemed El-Colanî, serkirdê koma Tehrîr Şamê ji ber sekteya dil mir.

 Li gorî rapora televîzyona Meyadînê û ji zarê çavaniyên agehdar, Ramî El-Dalatî, bi serwîsên  îstixbaratî yên Emerîkayê re  peywendiyê wî hebû.

Li gor raporeke din ji Sûriyê, navenda rûsî ya Hemîmîmê li Sûriyê ser bi Wezareta berevaniyê ya  Rûsiê li bara kuştina sê sûriya û birîndarbûna heşt kesên din li encama  êrişên komên terorîstî  ser parzêgehên  Lazqiyê li bakurê rojava, Hemahê li rojava û Helebê li bakurê Sûriyê agahî da.

Vê navendê her wiha raghand ku pênc balefirên  bê firokevan ên şandî ji aliyê komên çekdar ber bi balefirgeha  Hemîmîmê hatin sernixûnkirin.

Li encama teqîna matorsîklete bombkirî li bajarê Cirablos li bakurê parêzgeha Heleba  Sûriyê jinek hat kuştin û sê zarok jî birîndar bûn.

Başa dön tuşu